Zanist û Teknolojî

Hemşîreyek Îtalî li Sierra Leone bi Ebola ket

Roma (INA) - Wezareta Tenduristiyê ya Îtalyayê roja Sêşemê ragihand ku hemşîreke Îtalî bi vîrûsa Ebola ketiye dema ku beşdarî mîsyona alîkariyê li Sierra Leone bû. Wezaretê destnîşan kir ku nimûneyên xwînê yên hemşîreya ku ji bo rêxistina Alîkariya Lezgîn a li Romayê dixebitî piştî ku nimûne ji girava Sardînya ya Îtalyayê ku hemşîre hefteyek berê ji Afrîkayê hat veguheztin, hatin lêkolîn kirin. Hemşîreya birîndar bo Romayê hat veguhestin û li heman nexweşxaneyê tê dermankirin. Wezaretê diyar kir ku yekem nîşanên nexweşiyê Yekşema borî li hemşîreya ku li navendek ji bo dermankirina nexweşên Ebola li Sierra Leone dixebitî xuya bû. Ev duyemîn haleta ebola ye li Îtaliyayê, û nexweşê yekem jî ji bo Rêxistina Hawarçûnê kar dikir, û di meha Mijdara borî de gihîşt nexweşxaneyeke Romayê, û piştî saxbûna xwe ji nexweşxaneyê derket. Sierra Leone yek ji wan welatan e ku herî zêde ji ber şewba Ebola zirar dîtiye. Di van demên dawî de hejmara birîndaran pir kêm bûye. (Dawiya) El-Nafî' / Zs

Nûçeyên têkildar

Biçe bişkoka jorîn