dinya

Fransa: Em destwerdanê di karûbarên Gabon û welatên din ên Afrîkayê de nakin

Parîs (ÎNA) – Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Marc Ayrault îro Înê ragihand ku qonaxa ku welatê wî tê de destêwerdana karûbarên welatên Afrîqa bi dawî bûye. Daxuyaniya Ayrault di demekê de hat ku Gabon, koloniyeke berê ya Fransî, windahiyên xwe di tundûtûjiya ku piştî hilbijartina nakokdar de dihejmêre. Li gorî malpera Îmaratî 24, Wezareta Derve ya Fransa, Amerîka û Yekîtiya Ewropayê roja Çarşemiyê ji rayedarên Gabonê daxwaz kirin ku encamên dengdanê li her navendeke dengdanê ragihînin da ku şefafiyek zêdetir bê dayîn. Duh jî berdevkê Serokomar Alî Bongo ku ragihandibû ku ew demeke nû bi dest xistibû, ev daxwaz red kiribû. Aero îro Înê di hevpeyvînekê de ligel televizyona France 2 got: Em şirîkên Efrîqayê ne, lê em bi ti awayî destêwerdanê di karûbarên navxweyî yên ti welatekî de nakin, ev yek dê Afrîkîyan riswa bike û wan ev daxwaz nekir. Wî her wiha got, Fransa di dema borî de tenê li ser daxwaza welatên Afrîqa kar kiribû. (Dawiya) danê êvarê / p.c

Nûçeyên têkildar

Biçe bişkoka jorîn